H’emû nûçeSereke

Dagirkirina tirkîye li ser têrîtorîya Sovyêta berê gefxwerina vala nîne: rojhilatzan

Gefxwerina tirkîye derheqa êkspansîya li ser topraxên Sovyêta berê gerekê bê hesabhildanê. Tirkîya bi piştgirîya hevkarên xweye  rojavayê û ne tenê rojavayê berbi mîyaserkirina meremên xweye gêopolîtîkî diçe. Fikira wî cûreyî Karînê Gêvorgyana rojhilatzana ji Rûsîyayê wextê pira vîdêyoyêye Yêrêvan-Moskvayê gotîye.

Nenihêrî wê yekê, wekî ji sala 2O18-da serokê Tirkîyayê rêsûrsên miletîyêye nava 15 salada berevbûyî xerc dike, Tirkîya bûye ew qewat, ya ku ji alîyê brîtanîyada piştgirîyê distîne.

“Brîtanîya Mezin opêratoreke seyaseta tirkîye. Himberî merkezên qewatêye mayîn, projeya Brîtanîyayê heye û niha ew projeya tirkîye. Em dibînin, wekî projeya çînî ya  ûnîvêrsal nîne, lê mixabin Rûsîya dengê xwe nake. Tirk jî bi aktîvî, bi pêşnîyara brîtanîya, dişuxulixin”,- Gêvorgyanê gotîy. Bi gotina wê, roja îroyîn li ser topraxên Sovyêta berê kolêcên tirkî diha gelekin, ne li Tirkîyayê. Li welatên tirkîaxif dereca perwerdê diha bilinde, ne ku li Tirkîyayê. Merkezên wî cûreyî li qezayên Rûsîyayê jî hene, li kîderê binelîyên tirk gelek nînin.

Bi fikira rojhilatzanê, xêncî Brîtanîyayê, usa jî Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Qeter û Yaponîya jî piştgirîyê didine sîyasîya Tirkîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button