SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: Tirkîya dijî ciwanên Sûrîyayê xirabkarîyê mîyaser dike

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî îzbat kirîye, wekî êrîşa ser heja Sûrîyayêye ciwana û yekîtîya jinaye li bajarê Kobanê encamê plana Tirkîyayêye bona ku bêqezîyabûna li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bê teribandinê.

Li ser rûpelê xweyî Twittere Mezlûm Ebdî nivîsîye: “Kampanîya tirkî ya ku dijî neh endamên koma organîzeya Sûrîyayêye ciwana bû, ya li Kobanê gîhande wê derecê, wekî pênc ciwan bi mêrxasî hatine kuştinê. Ev yek berdewama komkujîyêye û plana Tirkîyayêye hindava pirsa kurdîye li Sûrîyayêye.Ev kampanîya dijî bêqezîyabûn û qewînbûna li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê hatîye mîyaserkirinê.

Em serxweşîyê didine malbetên şihîda û zyankêşa.Birîndarara em qencbûna lez dixwezin. Em usa jî bangî Organîzeya Netewên Yekbûyî dikin,  ku tevî vê yekê bibin, ku pêşîya sîyasîya Tirkîyayêye wî cûreyî bigrin, bona ku ew xirabkarîyên leşkerî neke, yên ku cedandinên bona çareserkirina qewînbûnê û bêqezîyabûnêye  li herêmê didine teribandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button