H’emû nûçeSereke
Îraqê dîsa 11O mihacira ji Bêlarûsîyayê paşda vegerîne
Hukumata Îraqê wê dîsa 11O mihacira paşda vegerîne welêt, yên ku li ser sînorên Bêlarûsîyayê û Polonîyayê mane.
Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Îraqêye karên der Ahmed As Sahaf gotîye rojnamevana. Ewî daye dîyarkirnê, wekî dîsa 11O welatîyên îraqî bi rezedilîya xwe dixwezin paşda vegerin.
Hatîye dîyarkirinê, wekî paşdaanîna wan mihacira wê bi firegehên Bexdayê û Hewlêrêra bêne mîyaserkirinê.