H’emû nûçeSereke

Merkezên ermenîzanîyêye li welatên der

Sala 2O22-a têra tê dîtinê navnîşa zankoyên ku bi zimanê ermenî perwerde dikin, bidine berfirehkirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê perwerdê û sportê Artûr Martîrosyan gotîye.

Bi gotina wî, xebat tê kirinê, ku li zankoyên li welatên bîyanî, li mûzêyî-înstîtûta û merkezên ermenîzanîyê ew şuxulê bê berfirehkirinê. Anegorî wê yekê niha li cêrge merkezên ermenîzanîyêye li welatên der ji byûcêya Ermenîstanêye dewletê fînansekirin stendine.

Sala 2O21-ê cara ewlin înstîtûta Moskvayêye pêwandîyên navnetewî, zankoyên Ûrûgvayê, Romayê û Qahîrê hatine fînansekirinê. Bi saya van xebata, niha perwerdekirina zimanê ermenî, çanda ermenî û usa jî bernamên ermenîzanîyê, li 11 zankoyên li neh welata tên mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button