SerekeSîyasî

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk îzbatkirina encamên hilbijartinaye ji alîyê mehkema Îraqêda silav kirîye

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk qirara mehkema Îraqêye tewrebilind silav kirîye, anegorî kîjanê encamên hilbijartinên parlamêntîyêye 1O-ê cotmehê hatine îzbatkirinê.

27-ê kanûnê şikyatê fraksîyayên şihîya ji alîyê mehkemêda nehatîye qebûlkirinê û encamên hilbijartina hatine îzbatkirinê. Partîya Kurdistanêye Dêmokrtîk ew yek silav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî eva gaveke konstîtûsîyone bona ku hukumata fêdêrale nû bê sazkirinê.

Partîyayê usa jî ew banga xwe wekilandîye, bi kîjanê hatibû dîyarkirinê, wekî bi neheqî du cîhên wane li parlamêntê ji wan hatine stendinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button