H’emû nûçeSereke

Dîplomatên Kurdistana Îraqêye ciwan dersên amedebûnê li mekteba Ermenîstanêye dîplomatî, ya wezîreta karên der, derbaz dibin

Li mekteba wezîreta Ermenîstanêye karên der, ya dîplomatî, heytehola teslîmkirina sêrtêfîkatên  serhevdaanîna dersên dîplomatî derbaz bûye. Serokê mekteba dîplomatî  Vahê Gabrîêlyan  gotîye Armênprêssê, wekî serokatîya mektebê dîplomatên kurdistanî proz kirîye û nasnamên derheqa derbazbûna dersên du hevtêda teslîmî wan kirine.Vahê Gabrîêlyan bi razîbûn daye dîyarkirinê, wekî bernama ewlin ya hazirkirina dîplomatên civane ji welatên der bi açixî ser hevda hatîye.

«Eva bernameke ji bernamên meye, lê ya ewline, kîjanê em tevî Kurdistana Îraqê mîyaser dikin.Ev bername bona me gelekî girînge  û ew bona heleqetîyên ermenîa- kurda, usa jî heleqetîyên Ermenîstanê û Kurdistana Îraqê başe.Bona hazirkirina bernamê û mîyaserkirina wê, wezîreta meye karên der, usa jî konsûlxana meye li Hewlêrê xebitîne û tê bêjî baş hatîye stendinê, û em hêvîdarin, wekî berdewama wê yekê wê hebe»,- serokê mekteba dîplomatî Vahê Gabrîêlyan gotîye.

Bernama hazirkirî ji çend beşa bûye, diketine nava kîjanê ne tenê pêwandîyên navnetewî, lê usa jî derheqa zanebûnên çandî-dîrokîda jî hatîye raberkirinê.

Miqaledarê Armênprêssê usa jî tevî dîplomatên ciwan qise kirîye. Nav xeberdana xweda dîplomatê ciwan Îbrahîm Bahrî jî derheqa nêrînên xweda daye dîyarkirinê, wextê kîjanê gotîye,wekî ji hêna Yekîtîya Sovyêtêda Ermenîstan bûye dika wêje, çand û perwerda kurdî, lê radîyoya Yêrêvanêye bona kurda nava wedê giranda bûye dengê wanî li temamîya dinîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button