H’emû nûçeSereke
Komîtêya lêpirsînê hejmara şihîdaye nû elam kirîye

Rûyê şerê Adirbêcanêyî agrêsîvda, anegorî hesabên 24-ê kanûna sala 2O21-ê, li Ermenîstanê û Arsaxê hejmara leşker û merivên sîvîle şihîdketî 38O8 merive.
Wezîreta saxlemîxweykiinê pêşda elam kiribû, wekî analîzên cinyazên şihîda, yên ku li Ermenîstanê lihev nedihatin bikirana, niha dişînin li welatên der. Ji komîtêya lêpirsînê elam kirine, wekî hetanî 24-ê kanûnê 1417 cinyaz hatine analîzkirinê.
53 parçên ji cinyazên cuda-cuda bona analîzkirinê şandibûne Holandîyayê. Meha mijdarêda 47 nimûnên bona analîzê hatibûne şandinê, ji kîjana 37 analîz bersiv stendine, lê yên pênca hê eyan nînin.







