Li rojhilatê provînsîya Îraqêye Dîyalê teyarên Îraqêye leşkerî 14 derb gîhandine, nava encamên kîjanada pênc çekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê.Hatîye ragîhandinê, wekî teyara piştgirî daye opêrasîyona li ser erdê, ya ku çar roj pêşda destpê bibû.
Hatîye zelalkirinê, wekî wextê opêrasîyonê cinyazên du meriva hatine dîtinê, yên ku ji alîyê DAÎŞ-da hatibûne revandinê.