H’emû nûçeSereke
Xirabkarîyên Adirbêcanê û Tirkîyayêye wextê şêr gerekê zelal bêne raberkirinê: Paloûn
Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Frênk Paloûn derheqa qanûna derheqa parastina Ştatên Yekbûyîye miletîyêda xeberdaye. Rûpelê xweyî Twittere da Paloûn nivîsara xwe hiştîye û gotîye ku qanûna ku ji alîyê Baydênda hatîye îmzekirinê, usa jî derheqa Tirkîyayê û Adirbêcanêda dide dîyarkirinê.
«Qanûna derheqa parastina miletîyêda, ya ku ji alîyê Baydênda hate îmzekirinê, usa jî derheqa cabdarîya Adirbêcanê û Tirkîyayêye bona xirabkarîyên şêre li Arsaxê mîyaserkirî dide dîyarkirinê. Ezê dîna xwe bidime raporta ku ew xirabkarî rast bêne raberkirinê»,- Paloûn nivîsîye.