H’emû nûçeSereke

Hevdîtina wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayêye mexsûs wê meha çileda derbazbe

Hevdîtina  ewlin, ya wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayêye mexsûs wê meha çileda derbazbe. RÎA Novostîyê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çaûşoglû gotîye. Ewî dabû dîyarkirinê, wekî hevdîtina wekîlaye ewlin wê meha çileda derbazbe û serda zêde kiribû, wekî firînên teyaraye ewlin wê di navbera Yêrêvanê û Stembolêda nava rojên nêzîkda bêne vekirinê.

Em bîr bînin, wekî di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda heleqetîyên dîplomatî tunene. Sala 2OO9-a wezîrên herdu welataye karên der derheqa îzbatkirina heleqetîyada li Syûrîxê protokol îmze kirin, lê ew dokûmênt usa jî nehatine îzbatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button