H’emû nûçeSereke

Bona hêsabûna nava rojên sala nûda, Ermenîstan bona welatîyên Rûsîyayê cîhê pêşindane

Bona binelîyên Rûsîyayê, bona hêsabûna nava rojên sala nûda cîhên here xwestî Soçî, Ermenîstan, adên Maldîvîyê, Sêyşênîyêne.Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê ragîhandîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî bona hêsabûna nava welêtda, binelîyên Rûsîyayê ji cîhê here xwestî Soçî bijartine, yê ku li parwelatê Rûsîyayêyî Krasnodarêye. Peyî wanra bajarên Sankt Pêtêrbûrgê û Kalînîngradêne.

Bi wê yekêva tevayî, bona hêsabûna ji welêt der, xwestina bona hêsabûna li welatên nêzîk serda zêde bûye û nava wê hemtêkstêda Ermenîstan cîhê pêşindane. Peyî Ermenîstanêra cêrge cîhên başqe tên.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button