H’emû nûçeSereke

Anegorî normên Yekîtîya Avropayê, Ermenîstan niha nava zona keskdane

Li Ermenîstanê halê nexweşîya koronavîrûsê himberî berê milahîm bûye. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî Armênprêssê, seroka îdara merkeza îzinnedayîna nexweşîya, Romêla Abovyanê gotîye û serda zêde kirîye, wekî himberî 15 rojên pêşda hal milahîm bûye.

“Beşa têstên pozîtîv 1,3 selefe. Giranîya halê li nexweşxana himberî berê sivik bûye. Behsa baş ewe, wekî niha Ermenîstan, anegorî normên Yekîtîya Avropayê, nava zona keskdane”,- Romêla Abovyanê gotîye.

Ewê daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wan hesaba, niha têmpa aktîvbûna belavbûna koronavîrûsê tê kifşê, çimkî qanûnên dijî wê nexweşîyê nayêne xweykirinê, û van rojên cejinê hevdîtinên aktîv hebûne.Ewê serda zêde kirîye, wekî şuxulkarîya vaksînasîyayê aktîve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button