H’emû nûçeSereke
Leşkerên Ermenîstanê jî ketine nava wan hêzên aşîtîparêz, yên ku şandine Qazaxstanê
Leşkerên Rûsîyayê, Bêlarûsê, Ermenîstanê, Tacîkstanê û Qirqizstanê ketine nava wan hêzên aşîtîparêz, yên ku şandine Qazaxstanê. Derheqa wê yekêda qulixdarîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya prêssayê, elam kirîye.
“Anegorî qirara şêwira organîzeyêye bêqezîybûnê, hêzên organîzeya aşîtîparêz bi wedê sînorkirî şandine Komara Qazaxstanê bona normalkirina halê li wir”,- katibtîya organîzeyê elam kirîye.
Nava hêzên aşîtîparêzdanin pareskerên Rûsîyayê, Bêlarûsê, Ermenîstanê, Tacîkstanê û Qirqizstanê.