H’emû nûçeSereke
Wextê çûyîna li cîhên civakî bersiva têstêye nêgatîv yan jî vaksînasîya wê bê mecbûrkirinê

1O-ê meha çile wê emirnivîsara wezîra saxlemîxweykirinê bê belavkirinê, anegorî kîjanê wextê çûyîna welatîyaye li cîhên civakî, yan gerekê encamê têsta nêgatîv hebe, yan jî dokûmênta derheqa vaksînayêy bê nîşndayînê. Derheqa wê yekêda wezîra saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê wextê civîna hukumatê gotîye û serda zêde kirîye, wekî emirnivîsarê wê ne ku hema wê rojê qewatê bistîne, lê nava 15 rojên pêşerojêda. Gilî derheqa çûyîna li cîhên xwerinêye civakî, têatroya, konsêrtadane.