H’emû nûçeSereke

Azêrîya dew kirîye ku leşkerê dîlketî dînê xwe biguhêre, li cem kîjanî xaç hebûye: parêzerê mafên mêriv

Adirbêcanê sîyasîya dijminatîyê piştî şêr daye zêdekirinê û cûrên zêrandinaye nû şedetîya wê yekê didin. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî facebooke da nivîsîye.

“Mesele, qulixçîyên azêrîyaye leşkerî gotine leşkerekî ermenîyî dîlketî, ku ew dînê xwe berde û dîne musulmanîyê qebûlke. Dema ku qulixçîyê ermenîyî leşkerî nexwestîye  wê yekê bike, nigê wî şewitandine, lêxistine û qerfê xwe lê kirine.

Li ser bedena yekî mayîn jî bi şewitandinê şikilê xaç kişandine û lêxistine.

Xaçên li cem leşkera hildane yan jî unda kirine”,- Arman Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button