Bona çi Ermenîstan nikare tevî bûyarên li Qazaxstanê bibe? :fikira pêşezana

Eva cara ewline wekî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv li welatekî endam opêrasîyona wî cûreyî mîyaser dike.Derheqa wê yekêda îranzan Vardan Voskanyan gotîye.
Bi gotina Voskanyan aktîvîya Ermenîstanêye çawa welatê endam û usa jî yê ku niha serokatîyê li organîzeyê dike, bi çend menîyava girînge. Berê ewlin, Yêrêvan bona kara qewînbûna mêxanîzmên organîzeyêye cabdayîna lez pêşda tê. Ya duem ewe, wekî ji alîyê rexnekirinêda tevbûna wêye tevî opêrasîyonên aşîtîparêzîyê dikare lêgîtîmîyê bide şuxulkarîyê.
Bi fikira Vardan Voskanyan, tevbûna Ermenîstanêye tevî opêrasîyona organîzeyê bona lîkvîdasîyakirina bernamên Tirkîyayêye dagirkarîyê girînge. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî qewînbûna tabîyên Rûsîyayêye li Qazaxstanê wê bernamên Êrdogane pantyûrkîzmê bide çelkirinê, çimkî Qazaxstan her dem bona wan çawa hevkara gêopolîtîkî hatîye hesabê.
Bi fikir Stêpan Danîêlyanê sîyasîzan, Ermenîstan nikare leşkera neşîne li wir, çimkî ew yek bona aşîtîparêzîyêye, çimkî li Arsaxê jî aşîtîparêz hene û bêqezîyabûna Syûnîkê ji wî alîva tê hesabhildanê.