Sereke

Ermenîstan û ŞAY 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatî didine kifşê

Ermenîstan û ŞAY  3O  salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatî didine kifşê.Girêdayî wê yekêra wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye.

Elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ji salên serbestîyê destpêkirî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hevkareke Ermenîstanêye navnetewîye girînge, ya ku her dem piştgirî daye pêşkeftin û bernamên werguhastinaye li welêt.

Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan sîaysîya Ştatên Yekbûîye balanskirîye nava pirsgirêka Qerebagêda, girîng hesab dike.

“Ştatên Yekbûyî wextê gelek bûyarên girîng li rex Ermenîstanê bûye. Ermenîstan jî bi hêzên xweye anegorva tevî înîsîyatîvayên amêrîkîye bona şerkarîya dijî têrorîzma navnetewî û opêrasîyonên aşîtîparêzî bûye.

Nava heleqetîîên meye dualîda, emekê dîyaspora ermenîye li Amêrîkayê jî hebûye, ya ku bûye pira di navbera herdu welatada”,-nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button