SerekeSîyasî

HSD: sala derbazbûyî nava encamên êrîşên tirkada bi seda merivên revandî û kuştî li Rojavayê hebûne

Bi seda meriv, nava wanda xebatkarên qulixdarîya bêqezîyabûnê, wextê êrîşên tirka hatine kuştinê û revandinê. Gilî derheqa êrîşên tirkaye li bakûr û bakûr-rojhilatê Sûrîyayêdane. Derheqa wê yekêda nava raporta Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye dîyarkirinê.

Sala 2O21-ê nava encamên êrîşên Tirkîyayêye li wir ji 7OO -î zêdetir binelîyên edil hatine revandinê û 134 jî hatine birîndarkirinê.

Nava raporta HDS ê da hatîye gotinê, wekî 48 endamên HSD-ê şihîd ketine, wextê ku bersivên êrîşên tirka dane û opêrasîyonên dijî komên DAÎŞ- ê ye li wir mîyaser kirine.

Anegorî hesabên HSD-ê, li Rojavayê 47 êrîşên tirkaye li ser erdê hatine mîyaserkirinê û 89 êrîşên bi dirona hatine kirinê.

58 gund û 3 nehyî hatine bombebarankirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button