H’emû nûçeSereke

Parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêriv derheqa înformasîyayên azêrîyaye derheqa aşîtîhizîya qelpda raport belav kirine

Parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêriv bi zimanê înglîzî raport belav kirine, kîjanêda derheqa aşîtîparêzîya azêrîyaye qelpda dane dîyarkirinê. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî facebooke da nivîsîye.

Raport derheqa wê yekêdane, wekî bona parastina mafên mêriv û aşîtîya rast dîyaloga li ser hîmê paqijîyê û aminayê pêwîste. Ew dîyalog gerekê berî her tiştî di navbera civakada bê teşkîlkirinê û dewlet gerekê tevî wê yekê nebin. Feqet nava raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî cêrge şuxulkarên Adirbêcanê û usa jî teşkîletên civakî bi bangên xwe û bi hevpeyvînên xwe elametîyên nerast belav kirine, ku giva ew piştgirên aşîtîhizîyêne. Derheqa wê yekêda nava raportêda şedetîyên cûre-cûre hatine raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button