H’emû nûçeSereke

Qesira Sipî gotinên Blînkêne derheqa leşkerên Rûsîyayêye aşîtîparêzda şirove kirîye

Gotinên sêkrêtarê Ştatên Yekbûîye dewletê Êntonî Bolînkêne derheqa hêzên rûsîye aşîtîparêzda tabîya Qesira Sipî didine kifşê. Derheqa wê yekêda wekîlê admînîstraîya amêrîkî gotîye.

“Elametîyên Êntonî Blînkêne derheqa tabîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye nava hevraxeberdanada didine kifşê”,-ewî gotîye.

Xêncî wê yekê, Qesira Sipî dora cêrge pirsa qayîlnebûna xwe daye kifşê, yên ku Rûsîyayê nava hemtêksta hevdîtina pêşerojêda pêşnîyar kirîye.

Rojekê pêşda, Blînkên çûyîna aşîtîparêzên rûse li Qazaxstanê şirove kirîye û gotîye, wekî bona Waşîngtonê ew yek  bûye ders, ku giva wextê ku rûs tên mala te, paşê dijwar dibe ku wanaji wir derxin.

Hema wê rojê jî wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê elametîya Blînkên çawa gumanbirî nav kirîye, ya ku rûyê tunebûna şedetîyada pêşda hatîye.

Ewê elametîya Blînkên çawa ya şaş hesab kirîye û bîr anîye, wekî ŞAY bêyî teglîfkirin dikeve malên başqe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button