H’emû nûçeSereke

Paşînyan gaveke gelekî rast avît: pêşezanê leşkerî derheqa qirara şandina hêzên aşîtîparêzên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve li Qazaxstanê gotîye

Mîsîya aşîtîparêzîyê, ya hêzên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve li Qazaxstanê, ya ku nava dîroka organîzeyêda opêrasîyona ewline, wê qedirê organîzeyêye navnetewî bide bilindkirinê.Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî Armênprêssê, cîgirê serokê înstîtûta  Moskvayêye şirovekirnên sîyasî û leşkerî Alêksandr Xramçîxîn gotîye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan çawa sedirkira şêwira organîzeyêye bêqezîyabûnê nava wê şuxulkrîyêda rola qirarkir lîst.

“Bi texmîn, ji alîkîva Paşînyan bi  zanebûn rola wî cûreyî lîst, wekî piştî vê yekê heger halê usa pêşda bê, wî çaxî wê dijwarbe ku hîvîkirina Ermenîstanê bê înkarkirinê. Dêmek, nava vê pirsêda ewî gaveke gelekî rast avît. Feqet, berî her tiştî, ewî tevî serokên welatên endamên organîzeyê qise kirîye”,-Alêksandr Xramçîxîn gotîye.

Pêşezanê leşkerî daye dîyarkirinê, wekî nava dîroka organîzeyêda eva opêrasîyona ewline û meriv dikare bêje, wekî Organîzeya Bêqezîyabûna Kolêktîv çawa mêxanîzma bêqezîyabûnêye rast destpêkir bixebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button