H’emû nûçeSereke
Swêd û Fransîya koma tevayî saz dikin, bona ku çekdarên DAÎŞ-ye ku dijî êzdîya xirabkarî mîyaser kirine, li ber mehekmê bisekinin
Swêdê û Fransîyayê koma tevayî saz kirine, bona ku lêpirsînê derbazkin, û cabdarên anegor, endamên DAÎŞ-ê, yên ku dijî êzdîya xirabkarî mîyaser kirine, li ber mehekmê bisekinin.
Meremê komê ewe, ku qewatên xwe bikin yek, înformasîyayên lez pevbiguhêrin û şedetîya bînin ber çeva.
Koma nû wê lêpirsîna li cem wan meriva derbazke, yên ku nava encamên barbarîyên DAÎŞ-da zîyanê ketine.