H’emû nûçeSereke

Admîralê tirk: “Bona me pêwîste, ku em lez eskerê Tûranê sazkin”

Wextê hevpyvîna rojnama tirkîye miletçîtîyê “Yênî Akît”-ê, serokê  merkeza lêkolînên behrê û global, serokê eskerê Tirkîyayêyî behrêyî berê Cîhat Yaycî elam kirîye, wekî  pêwîste lez eskerê tirkî sazkin.

Yaycî ev fikir wî çaxî raber kirîye, wextê ku derheqa wê yekêda xeberdan çûye, ku hêzên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûnê li Qazaxstanê cîhwar bûne û Ermenîstan jî tevî wê mîsîyayê dibe.

“Gilî derheqa wê yekêdane, wekî eskerê Tûranê gerekê lez bê sazkirinê. Bona me Qazaxstan û întêgrasîya dinîya tirkî girînge û ew yek me xemgîn dike, ku hêzên wê organîzeyê ketine Qazaxstanê û bi taybetî hesabhildana wê yekê, wekî nava wanda leşkerên Ermenîstanê jî hene”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button