SerekeSîyasî

Dadwarê kurd yê ku Sedem Husêyn dadwar kirîye, kandîdatîya xweye bona serokê Îraqê pêşda kişandîye

Hekîm Rizgar yekî ji wan dadwaraye, yê ku dada Sedem Huseyn kirîye.

Nava axaftina xweye tevî Kurdistan 24-ê, ewî kandîdatîya xweye bona qulixa serokê Îraqê pêşda kişandîye. Rizgar endamê mehkema Kurdistanêye û dadwarê mehkema Îraqêye.

Piştî belavbûna encamên hilbijartinaye li Îraqê, niha şuxulkarîya bona sazkirina hukumata nû derbaz dibe. Mehmed Xalbûsî careke mayîn çawa serokê parlamêntê hatîye hilbijartinê, lê endamê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, Şaxavan Ebdile çawa cîgirê wî hatîye hilbijartinê.

Bona sazkirina hukumatê pêwîste ku serokê dewletê bê hilbijartinê. Hekîm Rizgarê sîyasetmetdarê serbixwe, kandîdatîya xwe bona wê qulixê pêşda kişandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button