H’emû nûçeSereke

Serdar Kilic çawa wekîlê Tirkîyayêyî nava normalkirina heleqetîyên tevî Ermenîstanê

Dîplomatê tirk Serdar Kilicê bayloz bi fermî çawa wekîlê Tirkîyayêyî nava şuxulkarîya normalkirina heleqetîyên ermenîya-tirkada hatîye kifşkirinê.

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan emirnivîsara derheqa wê yekêda îmze kirîye.

Rojekê pêşda  Serdar Kilic rastî wezîrê Tirkîyayêyî parastinê Hûlûsî Akar hatîye. Derheqa wê yekêda malpera wezîreta Tirkîyayêye parastinê raber kirîye, lê bi hûrgilî înformasîyayên başqe nedaye.

Nava şuxulkarîya normalkirina heleqetîyên ermenîya-tirkada ji alîyê Ermenîstanêda cîgirê serokê parlamêntê Rûbên Rûbînyan hatîye kifşkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button