H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî cîgira sêkrêtarê ŞAY, ya pirsên Avropayê û Avrasîyayê xeberdaye

Bi înîsîyatîva alîyê amêrîkîya, xeberdana bi têlefonê, ya di navbera  wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û cîgira sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya alîyê pirsên Avropayê  û Avrasîyayê Kêrin Donfrîdê derbaz bûye.

Wextê axavtina bi têlefonê, alîya bona 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîye di navbera herdu welatada hev pîroz kirine û bi razîbûn derheqa dînamîka dîyaloga dualîda dane dîyarkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa girîngîya helkirina pirsgirêka Qerebagêye bin mandata hemsedirtîya koma Mînskêda çûye. Guhdarî hatîye danînê li ser pirsên hûmanîtarî. Ararat Mîrzoyan azaberdana dîlên leşkerî girîng hesab kirîye.Ewî usa jî derheqa teribandinên rêjîma agirbestêye ji alîyê Adirbêcanêda xeberdaye.

Nava têma xeberdanêda usa jî derheqa şuxulkarîya dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda û halê li Qazaxstanê hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button