Çekdarê DAÎŞ-ê, yê ku tevî komkujîya dijî kurdên êzdî bûye, li Mûsilê hatîye girtinê.
Ajansa Îraqêye bêqezîyabûna miletîyê vîdêyo belav kirîye, kîjanêda çekdarê DAÎŞ-ê xwe mikur tê, wekî ew sala 2OO5-a gihîştîye Al Qaîdayê, lê sala 2O15-a gihîştîye DAÎŞ-ê, li kîderê ew bi çêkirina mîna û merivkujava mijûl bûye.
Ew 18 meha li hebsa Mûsilêda bûye, wextê ku sala 2O14-a Mûsil ketîye destê DAÎŞ-ê û ew hatîye azaberdanê.
Tebaxa sala 2O14-a ew tevî êrîşên li ser nehîya Şengalê bûye.