H’emû nûçeSereke
Îro civîna şêwira wezîrên parastinê, yên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, wê derbazbe
Îro civîna şêwira wezîrên parastinê, yên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, wê derbazbe, ya ku wê bi formata vîdêyokonfêransê derbazbe. Anegorî înformasîya ajansa TASS-ê, derheqa wê yekêda katibê prêssayê, yê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Vladîmîr Zaytêndînov gotîye.
Bi gotina wî, tevî civînê wê bibin usa jî serokê ştaba tevayî, gênêral Anatolî Sîdorov û cîgirê sêkrêtarê organîzeyê Taxîr Xayrûloyêv.
Tevrabûnên li Qazaxstanê destpêka sala 2O22-a destpê bûne. Anegorî melûmetîyên Organîzeya Netewên Yekbûyî li Qazaxstanê nêzîkî hezar merivî zîyanê ketine.Wezîreta Qazaxstanêye karên hundur elam kirîye, wekî 17 xebatkarên bêqezîyabûnê hatine kuştinê, lê ji 13OO-î jî zêdetir birîndar bûne.