Endamê fraksîya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, ya nava parlamênta Îraqêda, Xidir Mêntîk elam kirîye, wekî nava vê hevtêda Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk wê navên lîdêrên fraksîya xweye nava parlamênta Îraqêda elamke.
BasNews-ê ragîhandîye, wekî byûroya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Vîyan Sebrî çawa seroka fraksîyayê kifş kirîye, lê kurda êzîdî Vîyan Daxîl çawa sêkrêtara fraksîyayêye prêssayê kifş kirîye. Ev qirar wê nava vê hevtêda bi fermî bê elamkirinê.
Fraksîya partîya Kurdistanêye Dêmokratîk nava parlamênta Îraqêda bi 31 endamaye.