H’emû nûçeSereke

Bi fikira me Tirkîya dixweze ku dîyaloga bêyî tu qewil-qirara tevî Ermenîstanê derbazbe: wezîreta karên der

Ermenîstan hîvîyêye, wekî nava encamê şuxulkarîya dîyaloga tevî Tirkîyayê di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda heleqetî wê îzbatbin, û sînorê di navbera herdu welatada wê bê vekirinê. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye Armênprêssê.

Pêşîya hevdîtinê, ya ku wê  îro derbazbe, Hûnanyan daye dîyarkirinê, wekî bi fikira alîyê ermenî hukumata Tirkîyayê jî dîyaloga bêyî tu qewil-qirara dixweze.

Berdevkê wezîretê usa jî gotîye, wekî hevdîtina wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayêye mexsûs wê li Moskvayê, bi mêvandarîya alîyê rûsa, derbazbe.

“Bi texmîn, ev rasthatina ewlin wê ya naskirinêbe. Dijware hîvîya wê yekêbin, wekî nava encamê hevdîtinekêda bighîjine encamên kifş, lê bi wê yekêva şuxulkarî wê destpêbe”,- Hûnanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button