SerekeSîyasî

Ermenîstan çawa seroka Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, alîyê dokûmêntada, rola hîmlî bona şandina aşîtîparêzaye li Qazaxstanê lîstîye

Hêzên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve aşîtîparêz hetanî 19-ê meha çile wê ji Qazaxstanê bêne deranînê. Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî parastinê, gênêral Sêrgêy Şoygû elamî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn kirîye.

“Bi 14 teyara  emê hêzên hemû hevalkarên xweye ji Ermenîstanê, Tacîkstanê, Bêlarûsê ji Qazaxstanê bidine derxistinê û nava pênc rojên mayînda emê hêzên mayîn derxin û kontrola obyêkta teslîmî hêzên Qazaxstanê bikin.Em têra dibînin wê xebatê hetanî 19-ê meha çile ser hevda bînin”,- Şoygû gotîye.Nava xeberdana xweda wezîrê Rûsîyayêyî parastinê derheqa Ermenîstanêda jî xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî nava prosêsa dokûmêntasîyayêda  Ermenîstanê rola girîng lîstîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button