SerekeSîyasî

Ji 4O-î zêdetir merivî kandîdatîya xwe bona qulixa serokê Îraqê pêşda kişandine

Ji 4O-î zêdetir merivî kandîdatîya xwe bona qulixa serokê Îraqê pêşda kişandine.

Rojnama Îraqêye “Al Sabah”-ê elam kirîye, wekî 44 merivî kandîdatîya xwe bona qulixa serokê Îraqê pêşda kişandine.

Anegorî hevraqayîlbûna sîyasîye sala 2OO5-a, qulixa serokê Îraqê bona kurda hatîye pêşdakişandinê, lê qulixa serokwezîr bona erebên şihî, bona erebên sunî qulixa spîkêrê parlamêntêye.

Anegorî xala konstîtûsîya Îraqêye 67-a, serokê welêt tê hesabê çawa serokê dewletê û sîmvola yekîtîya welêt û pêra jî serbixwetîya dewletê raber dike. Ew gerekê garantîya xweykirina konstîtûsîyayê û serbixwetîyê bide.

Serokê Îraqê ji alîyê pranîya parlamêntêda tê hilbijartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button