H’emû nûçeSereke

Parêzera mafên mêrivî ewlin: gunehkarîya qetilkirinên ermenîyaye sala 199O -ye li Bekûyê dikeve li ser temamîya cimeta Adirbêcanê

Wextê qetilkirinên ermenîyaye 13-ê çileya sala 199O-î, li Bekûyê 25-3O OOO ermenî man. Hê pêşda nêzîkî 25O OOO ermenî ji Bekûyê derketibûn.Derheqa wê yekêda parêzera Ermenîstanêye mafên mêrive ewlin Larîsa Alavêrdyana mafparêz gotîye.

Bi tomerî hildayî 3OO-35O OOO ermenî ji Adirbêcanê derketine.

“Ew çi ku li Bekûyê hindava ermenîyada qewimîn, ew barbarî bûn. Meriv kuştine, ji malên wan derxistine, talan kirine û ew berbi behrê ajotine.Wan roja behra Kaspîyê çi dîtîye, wê bê eşkerekirinê. Li Bekûya ku ermenîya çêkirîye, ermenî kuştine. Nava sedsala 2O-îda eva komkujîya ermenîyaye duem bû, vê carê jî ji alîyê miletçîyên azêrîda hate kirinê. Di navbera Tirkîyayê û Adirbêcanêda, nava vê pirsêda firqî tune”,-Larîsa Alavêrdyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button