H’emû nûçeSereke

Êrdogan nikaribû bi rîya şêr li Qafasîyayê bighîişta meremê xwe, lê niha ew dicêribîne wê yekê bi rêya aşîtîyê bike: Karo Paylan

14-ê meha çile li Moskvayê, hevdîtina wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayêye bona normalkirina heleqetîyên herdu welata derbaz bûye. Girêdayî wê yekêra Factor.am-ê   tevî parlamêntvanê Miclîsa Tirkîyayêyî ji HDP-ê Karo Paylan qise kirîye. Parlamêntvanê esilê xweda ermenî gotîye, wekî hemû partîyayên sîyasî piştgirîyê didine vê şuxulkarîyê.

“Bi fikira min, hersê welat, Adirbêcan, Tirkîya û Ermenîstan ji şerê sala 2O2O-î ders hildane. Wana dît, wekî nava vî şerê xilaznebûyîda hemû jî bin ketine, tenê Rûsîya gihîşte tiştekî. Tirkîyayê nikaribû li Qafqasîya Başûr bighîşta wê yekê, çi ku ewê dixwest. Sê sal pêşda Tirkîyayê cêribandinên agrêsîv li behra Êgêyê, li Sûrîyayê, Lîbîyayê, li Qafqasîya Başûr mîyaser dikirin. Niha Tirkîya dixweze sîyaseta xweye der biguhêre, çimkî ewê dît, wekî nava encamê sîyasîya agrêsîvda ewê nikaribû tu tişt bistenda. Hemû partîyayên sîyasî dîtin, wekî gerekê şuxulkarîya aşîtîyê destpêkin, yan jî gerekê xerîta rêye nû hazirkin. Rîya here hêsa, ya li Qafqasîy Başûr, destpêkirina şuxulkarîya aşîtîyêye, lê ew yek dide kifşê, wekî heleqetî gerekê bêne normalkirinê. Êrdogan çawa dîktator tê qebûlkirinê, çawa merivekî usa, yê ku nikare aşîtîyê bîne.Bi fikira min, ew dixweze nîşanî dinîyayê bide, ku ew dikare derheqa aşîtîyêda bifikire”,-Paylan gotîye.

Bi xeberdana derheqa şerê Qerebagêyî dawîda, Paylan gotîye, wekî normalkirin tenê bona heleqetîyaye. Ew yek nade kifşê, ku gerekê pirsgirêk bêne helkirinê. Ew tenê dide kifşê, ku sînor bêne vekirinê, firînên teyara hebin, kirîn-frotanê bikin û heleqetîyên dîplomatî îzbatkin.

“Ez difkirim, wekî ew yek ne tenê bona Tirkîyayê başe, lê usa jî bona Ermenîstanê başe. Baylozê teyî li wî welatî  wê hebe û tê derheqa pirsgtrêkada raste- rast xeberdî. Ev  yek nade kifşê, ku em tiştekî didin, yan jî tiştekî hildidin. Tiştê tek-tenê ewe, wekî Tirkîya dixweze tevî Adirbêcanê rîya wê hebe. Ev yek dide kifşê, wekî rê wê bêne vekirinê. Nava vî karîda Ermenîstanê jî karêkeve”,-Pylan gotîye.

“Çi ku derheqa elametîyên serokên Adirbêcanê û Tirkîyayêdane, yên derheqa “Sivdera Zangêzûrêda”, Paylan daye dîyarkirinê, wekî pirsa kontrolkirina wê rêyê, ya ji alîyê tirka û azêrîyada wê tunebe. Bi gotina wî, nava qayîlnivîsarêda tiştê usa tune. Ewî gotîye, wekî Ermenîstanê jî tu cara îzina wê yekê nede û tu welatek wê îzina wê yekê nede, ku nava wîra sivder hebe, çimkî tenê serokên Tirkîyayê û Adirbêcanê wê gotinê didine xebatê.

Çawa bersiva wê pirsê ku Tirkîyayê ji dewekarîyên naskirina komkujîya Ermenî paşda bisekine, yan na, parlamêntvan gotîye, wekî ew pirs wê nava hevraxeberdanada neyê gotûbêjkirinê.

Bi xeberdana derheqa elametîya Êrdogane van rojada, wextê kîjanê Êrdogan gotîye, ku Ermenîstan gerekê mecalên aşîtîya herêmî bide xebatê û ew yek girînge, wekî Ermenîstan gavên pozîtîv bona  normalkirina tevî Adirbêcanê biavêje, Karo Paylan xemgînî elam kirîye, wekî nava vê şuxulkarîyêda rîsk hema eve:

“Tirkîya, Êrdogan dibêje wekî normalbûna heleqetîyên ermenîya- tirka aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda girêdaîye. Rîsk eve, çimkî Adirbêcan wê yekê çawa karta lîstikê dikare bide xebatê, lê meriv dikare wê yekê   usa jî çawa mecal hesabke. Emê hê wê yekê fem bikin. Êrdogan elametîyên wî cûreyî  usa jî bona wê yekê belav dike, çimkî ew naxweze tifaqdarên xwe  û bijarvanên xwe bide  xemgînkirinê”,-Karo Paylan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button