H’emû nûçeSereke

Ji kîjan welata çiqas tûrîst pêşîya sala nû hatine Ermenîstanê?

Kanûna sala 2O21-ê hejmara tûrîstên ku hatine Ermenîstanê gihîştîye 66 738 merivî. Derheqa wê yekêda komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê elam kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî ji hemûya zêdetir ji Rûsîyayê tûrîst hatine Ermenîstanê. Hejmara wan gihîştîye 24 O48 merivî. Ji Gurcistanê 1O 946 meriv hatine, ji Îranê 5965, ji Fîlîpîna 1912, ji Ûkraînayêy 1454, ji Hindistanê 1451, ji ŞAY 1193, ji Mîrtîyên Ereba 1O77, ji Qazaxstanê 68O, ji Fransîyayê  658, ji Tirkîyayê 62O meriv hatine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button