H’emû nûçeSereke

Em gerekê heleqetîyên tevî cînara bidine normalkirinê bona ku dijminatîyê derbazî nisiletên mayîn nekin: Sûkîasyan

Bi gotina parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Xaçatûr Sûkîasyan, tirkên ku 2OO kîlomêtrî dûrî sînor dijîn wê qulixdarîyên Ermenîstanê bidine xebatê. Derheqa wê yekêda Xaçatûr Sûkîasyan li parlamêntê gotîye rojnamevana.

“Bi fikira min, wî berî sînor, li alîyê Qersê û dor- berên wê, hetanî 2OO kîlomêtrî, binelîyên li wir dikarin qulixdarîyên Ermenîstanêye cûre-cûre bidine xebatê. Bona wê yekê jî min mesajeke wî cûreyî şandîye serwêrtîyên meye doxtirîyêra, ku dem û dezgehên wedê niha dest bînin, yên ku baş dixebitin. Xwendina doxtirên me gelekî başe, û diqewime binelîyên wî berî bên Gumirîyê, lê ji alîyê Markarayêva jî dikarin bên Yêrêvanê. Em jî dikarin wan qulixdarîyên wan bidine xebatê, yên ku li cem wan pêşkeftîne”,-Sûkîasyan gotîye.

Xeberdana derheqa komkujîya Ermenîda, ewî daye dîyarkirinê, wekî komkujîya cuhîya jî bûye, lê roja îroyîn ew li Almanîyayê nava aşîtîyêda dijîn.Almanîyayê jî komkujîya cuhîya  nas kirîye û wî alîda Ermenîstan jî dixebite.

“Ez dixwezim usabe, wekî nisiletên me bibine xweyê welatekî qewat. Bona wê yekê formûla hene.Em gerekê li herêmê mecala bidine xebatê. Em gerekê qedirê cînara bigrin, cînar jî qedirê me bigrin”,-parlamêntvan gotîye.

Bi gotina Xaçatûr Sûkîasyan, dijminatîya tevî Adirbêcanê gerekê derbazî nisiletên pêşerojê nekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button