SerekeSîyasî

Nadîn Maênzayê daye dîyarkirinê, wekî qirara Kurdistanêye qebûlkirî hatîye silavkirinê

Seroka komîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye pirsên azaya dînîye navnetewî, Nadîn Maênzayê ew qirara hukumata Kurdistanê silav kirîye, anegorî kîjanê nehîya Hewlêrêye Ankavayê dikeve bin kontrola mesîhîyên ku li wir dijîn. Maênzayê ev elametî, piştî hevdîtina tevî lîdêrê kurd, serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî, Twittere da belav kirîye.

Wextê hevdîtinê, Nadîn Maênzayê bona wê yekê razalixî elamî Kurdistanê kirîye, wekî li wir kûltûra jîyîna edile di navbera dîyanetên cuda-cudada tê perwerdekirinê.

Ankava nehîke Hewlêrêye, li kîderê mesîhî dijîn.Xêncî mesîhîyên cîh li wir usa jî mesîhîyên ji Îraqê û Sûrîyayê dijîn, yên ku ji êrîşên DAÎŞ-ê û encamên şerê wî çaxî revîne û li wir cîhwar bûne.

4-ê cotmeha sala 2O21-ê ew nehyî çawa nehyîke admînîstratîve cuda hatîye elamkirinê. Ew qirar ji alîyê Mesrûr Barzanîyê serokwezîrda hatîye belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button