H’emû nûçeSereke

Rûsîya xemgîne wekî hemsedirên koma Mînskê hetanî niha neçûne Qerebagê

Rûsîya xemgîne wekî hemsedirên koma Mînskê hetanî niha  nikaribûne herine Qerebagê.Derheqa wê yekêda wekîlê Rûsîyayêyî nava Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayêda Alêksandr Lûkaşêvîç gotîye.

“Ew çi ku me xemgîn  dike ewe, wekî hemsedirara li hev nayê ku li herêmê biqesidin, nasîya xwe bidine hal û gavên konkrêt biavêjin, piştgirîyê bidine îzbatbûna kontaktên di navbera merivada û pirsên hûmanîtarîye li wir”,- ewî gotîye.

Bi wê yekêva tevayî dîplomatê rûs bi hêvîdarî gotîye, wekî pêşerojêda hemsedirên koma Mînskêra wê li hev bê li herêmê biqesidin û usa jî tevî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye sîyasî biaxivin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button