H’emû nûçeSereke

Pirsên derheqa stratêcîya nûda, yên werguhastinên Ermenîstanêye hetanî sala 2O5O-î hatine gotûbêjkirinê

Li cem Nîkol Paşînyanê serokwezîr şêwirdarî derbaz bûye, wextê kîjanê pirsên derheqa werguhastina stratêcîya  Ermenîstanêye hetanî sala 2O5O-î hatine gotûbêjkirinê.

Xeberdan derheqa bernamên stratêcî, werguhastina û cêrge pirsên mayînda çûye.Pêşnîyar û dîtinên cûre-cûre hatine raberkirinê.

Bi tomerîkirina şêwirdarîyê, Paşînyanê serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî stratêcîya dîyarkirî gerekê bibe çawa rênîş, û nava encamê werguhastinêda ew gerekê bona hukumatê bibe mecal. Serokwezîr teslîmî cabdarên anegor kirîye, ku dora stratêcîyê xebata berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button