H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Kurdistanê: Şêx Şamo her dem parêzerê maf û dewekarîyên xwîşk û birayên êzdî bûye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşî daye malbeta şuxulkarê êzdî Şêx Şamo û daye dîyarkirinê, wekî ew her dem parêzerê maf û dewekarîyên xwîşk û birayên êzdî bûye, û ewî roleke mezin nava parastin û qewînkirina jîyna edile li Kurdistanê lîstîye.
Şêx Şamo, şêwirmendê serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yê pirsên êzdîya, ji nexweşîya koronavîrûsê roja sêşemê koça xweye dawî kir.
Şêx Şamo usa jî rêvebirê merkeza çandîye “Bingeha Laliş”-ê bû. Ew li xestexwena Enqerê, piştî nexweşketina sê hevtîya, xatirê xwe ji vê dinîyayê xwest.
Ew 1O-ê meha çile ji Hewlêrê cîguhastî paytexta Tirkîyayê kiribûn.