H’emû nûçeSereke

Wezîrê dewletê: welatên hemsedirên koma Mînskê gerekê mîyaserkirina mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê qebûlkin

Tevgirêdanên Arsaxêye raste-rast tevî hinek wekîlên teşkîletên navnetewî hene. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan prêss-konfêransêda gotîye.

“Kontaktên me gelek cara yên fermî nînin.Em dikarin fikira xwe wî cûreyî bighînine cîh, lê kontaktên hîmlî bi destî  Ermenîstanê dibin, bi taybetî yên dîplomatî”,-wezîrê dewletê gotîye.Ewî îzbat kirîye, wekî piştî şêr dûrketina Arsaxêye navnetewî kûr bûye.Bi gotina Bêglaryan, Adirbêcan bona wê yekê hemû cedandina didx xebatê. Hetanî niha hemsedirên koma Mînskê nehatine Qerebagê.Wekîlên teşkîletên mayîn jî wî cûreyî kirine. Menî ewe, wekî Adirbêcan îzina wê yekê nade. Bêglaryan yazixî elam kirîye, wekî teşkîletên navnetewî gura Adirbêcanê dikin.

Bi wê  yekêva  tevayî, ewî daye dîyarkirinê, wekî welatên koma Mînskê gerekê bihatana Arsaxê, bi taybetî paşî wî şerî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button