H’emû nûçeSereke
Wezîreta saxlemîxweykirinê projeya sîstma çareserkirina qulixdarîyên doxtirîyê hazir kirîye
Li Ermenîstanê sîstêma çareserkirinê, ya bona saxlemîxweykrinê tê sazkirinê.Derheqa wê yekêda cîgira wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Lêna Nanûşyanê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî ev sîstêm tê hazirkirinê û nava goveka çareserkirina sîstêmêda 9O selefê qulixdarîyên doxtirîyê hene.
Bi gotina cîgira wezîr, lêkolîn didine kifşê, wekî gelek cara meriv rûyê xercên bona saxlemîya xwe, kesîb dibin. Ew ji klasa navîn derbazî klasa diha nimiz dibin.Wezîretê pirs danîye pêşîya xwe, ku bona welatîya parastina fînansî bê çareserkirinê.