18-ê meha çile li qampa bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, ya “Al Xol”-ê agir dor-bera ketîye û nava encamê wê yekêda 5O-î çadir şewitîne û sê meriv birîndar bûne.
Hatîye ragîhandinê, wekî agirpêketin rûyê teqîna dezgehê germkirinêda pêşda hatîye. Sê meriv zîyanê ketine, nava wanda jin û zarokek. Li qampa “Al Xol”-ê ya ku li provînsîya Hesekêye, 16 4O4 malbet dijîn.