H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan daye zelalkirinê, ku alîyê ermenî çi pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye

Alîyê ermenî desta cêrge teşkîldarîya, ya bona milahîmkirina halê li ser sînor, milahîmkirina halê sert, bilindkirina dereca bêqezîyabûnê û qewînbûnê hazir kirîye û derbazî alîyê rûsa kirîye, usa jî bi navçîgarîya Rûsîyayê derbazî cem Adirbêcanê û hevalkara kirîye. Derheqa wê yekêda wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.

Ararat Mîrzoyanê wezîr gotîye: “Alîyê ermenî bona milahîmkirina halê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê desta cêrge pêşnîyara raber kirîye. Niha em hîvîya bersivêne”,- Mîrzoyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew nikare bi hûrgilî derheqa wê yekêda raber bike.

Mîrzoyan gotîye, wekî desta pêşnîyaraye wî cûreyî usa jî teslîmî şêwira bêqezîyabûnê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button