H’emû nûçeSereke

“Rûsîyayê jî tifaqa leşkerîye nû sazke”: Danîyêlyan derheqa şuxulkarîyên Rûsîyayê û Rojavayêda xeberdaye

Stêpan Danîêlyanê sîyasîzan  weşana Spûtnîk Armênîyayêda derheqa mecala sazbûna bloka leşkerîye nûda, ya Rûsîyayê, Çînistanê û Îranêda xeberdaye.

Berfirehbûna NATO-ye berbi  rojhilatê dikare bikeve nava êtapeke nû. Ew yek jî wê Rûsîyayê mecbûrke ku dijî NATO-ê bloka leşkerîye nû sazke, wê bikevine nava kîjanê Îran û Çînistan. Fikira wî cûreyî Stêpan Danîêlyan raber kirîye.

Şedetîya wê yekê hema peymanên rûsa û îranîyaye nû û qayîlnivîsara Çînistanê û Îranêye bahê 4OO mîlîyardî didin. Bi fikira sîaysîzan, cîhwarkirina baza çînîye  li Îranê, nêzîkî aqilaye wekî bloka leşkerîye nû, ya Rûsîyayê, Îranê û Çînistanê dikare bê sazkirinê.

“Heger ew blok sazbe, ew dikare himberî NATO-ê be, heger em wê yekê hesab hildin, ku potênsîyala Çînistanêye êkonomîkî û leşkerîye çi cûreyî heye, û mecalên Rûsîyayê û Îranêye çi cûreyî hene. Bi potênsîyala wî cûreyî, tu tifaqeke leşkerîye mayîn tune, tenê NATO”ye ,- sîyasîza gotîye.

Bi fikira Danîêlyan bûyarên li Qazaxstanê dane kifşê, wekî projeya progirama sazkirina dewleta Tûranê kire bin pirsê, bi hesabhildana wê yekê, ku Çînistan învêstîsîyayên çi cûreyî li Asîya Navîn dike, ku hukumê Rûsîyayê li  Qazaxstanê çi cûreîye û herdu welatên mezin wê îzinê nedin, ku yekîtîke başqe, bi wekîltîya dinîya tirka bikeve nava wan, û bi hesabhildana wê yekê, wekî Tirkîya endama NATO-ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button