H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan hinek melûmetîyên derheqa hevdîtina tevî Nênsî Pêlosîyê raber kirine

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan hinek melûmetî derheqa hevdîtina tevî seroka parlamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Nênsî Pêlosîyê raber kirine.

Armênprêssê ragîandîye, wekî piştî hevdîtinê, Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê, wekî hevdîtin gelek dirêj kişandîye û gelek pirs hatine gotûbêjkirinê.

“Me halê li herêmê, şuxulkarîyên bona heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê, halê li ser sînorê tevî Adirbêcanê û provokasîyayên li wir kirî, gotûbêj kirine”,- Sîmonyan gotîye.

Bi xeberdana derheqa Rûsîyayê û Ûkraînayêda, Alên Sîmonyan daye dîyrkirinê, wekî Ermenîstan û Rûsîya tifaqdarên stratêcîne û Ermenîstan rûyê halê sertda nerihete.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button