Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrt qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê, alîya derheqa wê yekêda xeberdane,wekî hukumata nû gerekê usa bike, ku hemû alîyên nava Îraqêda hevkarîyê bikin. Hevraqayîlnebûnên di navbera hukumata Herêma Kurdistanê û hukumata fêdêralda, anegorî konstîtûsîyayê helkin.
Barzanîyê serokwezîr û Hênîs Plasşêrtê usa jî fikirên derheqa bûyarên piştî hilbijartina pevguhartine.