H’emû nûçeSereke
Bona cedandinên bo qewînkirina heleqetîyên ŞAY û Ermenîstanê Birêd Şêrman bi mêdala Ermenîstanêye dewletêva hatîye xelatkirinê

Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Birêd Şêrman anegorî emirnivîsara serokkomarê Ermenîstanê bi mêdala Ermenîstanêye dewletêva hatîye xelatkirinê.Mêdal bayloza Ermenîstanêye li ŞAY Lîlît Makûnsê û serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, teslîmî Birêd Şêrman kirine.
“Bona min qedirekî mezine ku ez mêdala Ermenîstanêye dewletê bi destî bayloza Ermenîstanêye li ŞAY Lîlît Makûnsê û serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan distînim. Mêdala dewletê bona îzbatkirina heleqetîyên dîtplomatîye dualî hatîye pêşkêşkirinê. Ew mêdal anegorî emirnivîsara serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan bona min hatîye dayînê”,- Birêd Şêrman rûpelê xweyî Facebook da nivîsîye.