H’emû nûçeSereke

Palata ŞAY-ye wekîla bona yazîya dîlên ermenîye leşkerî xemgîne

19-ê meha çile, dêlêgasîya bi serkarîya serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan rastî serokên palata Ştatên Yekbûîye wekîlaye heleqetîyên der Grêgorî Mîks, Birêd Şêrman û Krîs Sîmt hatîye. Serokê komîsîyayê  Grêgorî Mîks daye dîyarkirinê, wekî ew ji sala 2O18-da bi guhdarî dîna xwe dide şuxulkarîyên dêmokratîke li Ermenîstanê. Ewî hazirî elam kirîye, wekî wê her dem piştgirîyê bide wan werguhastina.

Wextê hevdîtinê pirsên derheqa şerê 44 rojeda hatine gotûbêjkirinê. Bi hîvîkirina hevkarên amêrîkî, Alên Sîmonyan derheqa pirsên hûmanîtarîye li Arsaxê û dîlên ermenîye li Adirbêcanê raber kirîye. Alîyê amêrîkî daye dîyarkirinê, wekî parlamênta Ştatên Yekbûyî û komîsîya wan bona yazîya dîlên leşkerî xemgînin û difikirin, wekî wana gerekê lez paşda vegerînine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button