H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Ermenîstanê hêvîdare, wekî Ermenîstan û Adirbêcan wê aşîtîya qewîn îzbatkin

Wextê hevpeyvîna tevî  têlêvîzîyona Yektîya Mîrtîyên Erebaye  “Sky News Arabia ” ê  Armên Sargsyanê serokkomar derheqa heleqetîyên Tirkîyayê û Adirbêcanêye tevî Ermenîstanê xeberdaye.

Dika bona hevraxeberdanên Ermenîstanê û Adirbêcanê hebû,  ya ku koma Mînskê bû. Mixabin, ew hevraxeberdan li hev nehatin û şer pêşda hat”,-serokkomar gotîye.

Sargsyan bi hêvîdarî gotîye, wekî nava encamê hevraxeberdanên sêalîda wê aşîtîya qewîn çêbe.

“Ez hêvîdarim, wekî bi rîya berhevdaxustina Adirbêcan û  Ermenîstan wê bikaribin aşîtîya qewîn îzbatkin. Feqet ew yek wê hêsa nîbe”,-serokkomar gotîye. Ewî usa jî derheqa helqetîyên tevî Tirkîyayê xeberdaye. Bi gotina wî, qewînbûn û pragmatîzm têra dibînin wekî gerekê tevî cînara pirsgirêk tunebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button